Bernameya Kevneşop li kevneşopî û adetên civaka kurdî digere û wan bi nifşê nû dide nasîn.
Di her malekê de tiştên kevin hene: sîniyek sifir, xalîçeyek ku dapîrê çêkiriye, an jî pirtûkek ku bi destan hatiye nivîsîn. Bernameya Kevneşop ji van tiştan dest pê dike û li çîroka wan digere.
Tîma bernameyê diçe gundan û bajaran, bi mezinan re diaxive û adetên ku roj bi roj kêm dibin tomar dike.
Adetên ku nemînin
Dawetên kevin, şevbêrk, çêkirina nanê tenûrê û stranên dema dirûnê — ev hemû beşek ji nasnameya me ne. Ger em wan tomar nekin, dê di çend salên bê de tenê di bîra çend kesan de bimînin.
“Kevneşop ne tiştekî kevin e; ew rê ye ku me digihîne îro.”
Kevneşop li ser WAAR TV tê weşandin û hemû beş li ser waarmedia.com hene.









